Deniz Baykal: Divê Tirkiyê ji xwesteka serxwebûna Kurdistanê têbigê
Deniz Baykal pirsên rojnamevanan bersivand û li ser nerazîbûnên li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve got: “Divê pirsa referandumê bi hevrêzî û danûstendinan bê çarekirin. Wekî din ti rê nîne. Nabe li dijî Başûrê Kurdistanê riyên serbazî bên meşandin.
Herweha Baykal diyar kir, ku pêwîste mirov baş ji bingeha pirsa Kurd li Iraqê têbigê. Iraq ji mêj ve ber bi parçebûnê ve diçe. Daxwaz û hêviyên Kurdan hene. Divê mirov ji hêvî û hesretên Kurdan têbigê.
K24
