PYD du hevserokên nû li şûna Salih Muslim û Asya Ebdella hilbijart
Şahoz Hesen endamê desteya rêvebir bû di tevgera civaka demukrat de, û Hêvî Mistefa hevseroka encûmena bicîkar e li kantona Efrînê.
Duh kongirê heftemîn ê PYDê li bajarokê Rimêlan yê ser bi Dêrikê ve hat lidarxistin, û biryar e îro jî karên berdewam bike, û têde wê encûmena giştî ya PYD were hilbijartin ku ji 45 endaman pêk tê.
K24
