• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir

Gulan Media September 26, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir
Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya komsyona bilinda serbixwe ya hilibijartin û rapirsiyê ya herêma Kurdistanê û dezgehên asayîşê kir.

Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li rûpela xwe ya taybet Tiwîterê wiha nivîsiye:"Destxweşiyê li komsyona bilinda serbixwe ya hilibijartin û rapirsiyê ya herêma Kurdistanê û dezgehên asayîşê dikim bo rêxistina û serkeftina proseya dengdanê."

Îro, 25ê Îlonê 2017 gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe cûne ser sondoqên dengdanê û biryar li ser çarenivîsa xwe dan û dengê belê dane serxwebûna Kurdistanê.

basnews
Top