Wezîrê Derve yê Brîtanya li ser referandûma Herêma Kurdistanê peyamek belav kir
Boris Johnson li ser hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Twitter” nivîsî: “Ez ji hemû aliyan daxwaz dikim, hêmin bin û bi hev re kar ji bo jinavbirina DAIŞê bikin.”
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê tekezî li ser wê yekê jî kir, pêşeroja Iraqê bi diyalogê pêk tê û nivîsiye: “Pêşeroja Iraqê bi diyalogê pêk tê û Şaneşîna Yekgirtî jî amade ye hevkariyê bike.”
Boris Johnson, ku berê Şaredarê Londonê bû, serdana Hewlêra paytext kiriye û çûye serdana çeperên hêza Pêşmerge û rahênerên leşkerî yên Brîtanî kiriye, ku di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî de li Herêma Kurdistanê ne.
Referandûma serxwebûna Kurdistanê, îro li tevahiya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê dest pê kir û zêdetirî 5 milyon kes mafên wan yên dengdanê hene.
K24
