Li Israîlê semawenda serxwebûna Kurdistanê tê kirin
Di wê ahengê de, amadebûyan ala Israîl û Kurdistanê û wêneyê Serokê Herêma Kurdistanê bilind kirin û kêfxweşiya xwe dan xuyakirin.
Şahî û ahenga Kurdên Israîlê, di demekê de ye, ku helwesta wî welatî beramberî serxwebûna Kurdistanê zelal e û berî niha jî serokwezîrê Israîl Benjamin Netanyahu ragihandibû: "Kurd gelekî cengawer in û hêja ne çarenivîsa xwe bi xwe diyar bikin û dewleta wan ya taybet hebe."
K24
