Parlamentera tirkmen bi cilûbergên kevneşopî çû navenda dengdanê
Di çarçoveya proseya giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de serkirde û berpirsên Başûrê Kurdistanê dengê xwe bikar tînin.
Parlementera Tirkmen Muna Qehwecî a endamê parlamentoya Kurdistanê ligel hevjînê xwe Abdulqadir Bazîrgan jî li Hewlêrê dengê xwe bikar anîn.
Muna Qehwecî bi cil û bergên xwe yên kevneşopî ên tirkmenî çû navenda dengdanê.
Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê proseya denganê îro li gorî dema Hewlêrê 08.00ê dest pê kir dê heta 18.00ê berdewam be.
Rudaw
