Dayika Şehîdan dengê xwe da
Dayika Ayişe di dema dengdanê de ji K24ê re got: “Dilxweş im ku xwîna kurên min bi vala naçûn, daxwaza min nemirim, ta dewleta Kurdistanê dibînim.”
Roja 25ê Cotmeha 2014an, her sê birayên Pêşmerge Ehmed Osman, Necat Osman û Mewlûd Osman ku kurên dayika Ayişe Taha Osman in, li mihwerê Zumar di dema berevaniya li Kurdistanê de, şehîd bûn.
Roja 23ê Çileya 2015an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nasnava Dayika Şehîdan li Dayika Ayişe kir.
K24
