• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ez şanaziyê dikim ku min deng da serxwebûna Kurdistanê

Gulan Media September 25, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ez şanaziyê dikim ku min deng da serxwebûna Kurdistanê
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje, ew dengê ku em îro didin rengvedana xebata çendîn nifşên Kurdistanê ye bo serxwebûna Kurdistanê.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro danê piştî ku dengê xwe da, li ser rûpela xwe ya twîtterê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de gotiye, ez şanaziyê dikim ku min dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê. Bi salan bû em li benda rojekî wiha bûn.

Mesrûr Barzanî her wiha gotiye, ew dengê me didin rengvedana xebata çendîn nifşên Kurdistanê ye bo serxwebûna Kurdistanê her wiha rêzgirtina şehîd û qehremanên Pêşmerge ye.

Basnews
Top