• Friday, 20 February 2026
logo

Kurdên Israîl piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin

Gulan Media September 25, 2017 Nûçe
Kurdên Israîl piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin
Nêzîkî 100 kes, li pêşya balyozxaneya Amerîka li Orşelîmê (Qudis), piştevaniya xwe ji bo referanduma serxwebûna Kurdistanê nîşan dan û dilxweşiya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

Ew çalakî, bi serpereştiya Îlan Pişderî, endamê Rêxistiya Cihûyên Kurd hat lidarxistin û çendîn kesatiyên Israîlî têde beşdar bûn.

Her yek ji Serokê wê rêxistinê Hêrçil Lîvî, Damezrênerê rêxistina Furom Kîdîm ya mafê mirovan Dr Êdî Kohîn û hejmareke din ji kesatiyên Israîlî beşdarî di çalakiyê de kirin.

Amadebûyan ji bilî gotina diruşmên piştevaniya serxwebûna Kurdistanê û, bi şahî û dîlanan dilxweşiya xwe li ser biryara encamdana referandumê dan xuyakirin.

K24
Top