• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî dengê xwe da

Gulan Media September 25, 2017 Nûçe
Serok Barzanî dengê xwe da
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li binkeyeke dengdanê ya bajarokê Pîrmamê beşdarî prseya dengdanê bû û dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê da.

Serokê Herêma Kurdistanê ku Pêşmergayetî bi mezintirîn rûmet dizane û çendîn caran gotiye: “Hemû jiyan û xebata min ji bo serxwebûna Kurdistanê ye” di proseya dana kevirê bingehîn yê dewleta Kurdistanê roleke wê ya mezin hebû, di dema borî de bi berdewamî li korbend û civînên camewerî de daxwaz ji gelê Kurdistanê dikir biçin ser sindoqên dengdanê û deng ji bo serxwebûna Kurdistanê bidin, ji ber ku tenê ji bo serxwebûnê xwînê dirjînin û careke din bindestiyê qebûl nakin.

Piştî Serok Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li heman binkeyê dengê xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê da.

K24
Top