• Friday, 20 February 2026
logo

Berpirsekî Îranî: Amerîka rast nabêje, giştpirsî jê re xweş tê

Gulan Media September 24, 2017 Nûçe
Berpirsekî Îranî: Amerîka rast nabêje, giştpirsî jê re xweş tê
Serokê Encumena Destnîşankirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê Haşimî Şahrûdî diyar kir: “Amerîkî duzimanî dikin, wisa didin xuyakirin ku li dijî giştpirsiyê ne û li gel hikûmeta Iraqê ne.” Haşimî Şahrûdî dibêje: “Amerîkî hin gotinan dikin ku Kurdan teşwîq dikin û ji wan re xweş tê ku li şûna fitneya DAIŞê fitneyeke nû Iraqê bigre ku ew jî dabeşkirin û parçekirina Iraqê.”

Haşimî Şahrûdî ku li Îranê weke cigirê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Xaminêyî ye li ser referanduma Başûrê Kurdistanê got: “Ev jî firtofêleke din a şeytanî ya mezin e. Bi taybetî jî Îsraîl û rejîma dagirker a Îsraîlê pêşiya hemûyan dixwaze ev armanc were cîbicîkirin.”

Li ser helwesta Hikûmeta Iraqê jî berpirsê payebilind ê Îranê got: “Divê Hikûmeta Iraqê hişyar be û nekeve bin bandora vê giştpirsiyê û divê helwesteke wê ya bihêz hebe.”

Rudaw
Top