"Ji ber deynê ku dane me niha jî em spasiya Tirkiyê dikin"
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, dema ku serokwezîr bû 2 milyar dolar weke deyn dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku mûçeyên karmendan bidin.
Çavkaniyeke ji Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir: “Rast e Tirkiye bi spasî ve ew deyn da, ku du car 500 milyon dolar û carek 150 milyon dolar bû, weke deynekî demdijrêj heta 5 salan li gel fayîza %6. Ji destpêka vê salê ve, ev deyn tê dayîn û her 3 mehan carekê qasî 150 milyon dolar ji Hikûmeta Tirkiyê re tê şandin.” Herwiha destnîşan kir: “Ew deyn di wê demê de ji bo Kurdistanê gelek bi sûd bû û niha jî ew helwest û alîkariya Hikûmeta Tirkiyê cihê spasî û pêzanînê ye. Em her dem hewl didin pêwendiyên me bihêztir bin.”
Recep Tayyip Erdogan beriya vegera ji New Yorkê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihandibû, ku li gel Herêma Kurdistanê pêwendiyên wan ber bi xerabiyê ve diçe û sedema wê jî helwesta serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ye û gotibû: “Dema ku nikaribûn mûçeyên karmendan bidin, me ji wan re alîkarî kir. Çaxa ku ez serokwezîr bûm, du milyar dolar weke deyn, me alîkarî kir da ku bikaribin mûçeyan bidin. Lê diyar e ew qedr û qîmeta van tiştan nizanin. Rûsya jî weke me alîkarê wan nebû.”
Rudaw
