• Friday, 20 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm li Kerkûkê: Netirsin û 25ê Îlonê dengê xwe bidin

Gulan Media September 24, 2017 Nûçe
Necmedîn Kerîm li Kerkûkê: Netirsin û 25ê Îlonê dengê xwe bidin
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand: “Roja 25ê Îlonê hewldana hemû jiyana me ye. Divê ji hemû cîhanê re îsbat bikin ku xelkê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Netirsin û biçin ser sindoqên dengdanê da ku derfeta jiyanê ji dest nedin.”

Duh li Kerkûkê perde ji ser peykerekî mezin ê Pêşmerge hate rakirin û Necmedîn Kerîm di merasîma rakirina perdeyê de axivî.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li ser referandumê diyar kir: “Xelkê Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bi hêvî lê dinêrin ku roja duşemê (25ê Îlona 2017an) Kurdên Başûrê Kurdistanê biçin ser sindoqên dengdanê. Ev hewldana hemû jiyana me ye. Divê ji hemû cîhanê re îsbat bikin ku xelkê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Piştî referandumê jî li gel Bexdayê dê gotûbêj were destpêkirin.”

Necmedîn Kerîm herwiha destnîşan kir: “Kesên ku ji me re dibêjin giştpirsiyê pêk neynin, bi xwe ji bo navbeykariyê tên, bawer bikin îro hinek ji wan ku nûnerên welatên mezin jî têde ye, ev hest derbirîne. Ji ber vê bila xelk netirse. Hêvî dikim hemû xelkê Kerkûk û Kurdistanê bi vîna xwe biçin ser sindoqên dendanê da ku derfeta jiyanê em ji dest nedin.”

Rudaw
Top