PKKê 25 serbaz li Colemergê kuştin û birîndar kirin
Medya PKKê belavkirîye: Hêzên parastina gel HPGê balê serbazyê PKKê êrişeka serbazî li devera Warkimnê ser bi bajarkê Kifir li Colemêrga Bakurê Kurdistanê kir û tirombêleka serbazên supayê Tikiya kire armanc,10 serbaz kuştin û birîndar kirin.
Ajansa Furat eşkera jî kir; Gerîlayên PKKê di çalakîyeka din ya serbazî da li gundê Tîsê ser bi Colemergê ve, 8 serbaz kuştin û 7 jî birîndar kirin.
Ji alîyê xweve supayê Tirkiyayê amara heftîya borî ya şer û pevçûnên dijî PKKê belav kir û kuştina 46 Gerîlayên PKKê li Şirnexê, Colemêrgê, Mardînê û aAmedê yên Bakurê Kurdistanê ragihand.
Aşkera jî kir; 47 pêgeh û cibexaneyên PKKê di wê heftyê da hatin jinavbirin.
Waar.tv
