• Friday, 20 February 2026
logo

Peyamnêrê Dengê Amerîka: Rêveberên YNKê û Qasim Silêmanî planek dijî Kerkûkê dikin!

Gulan Media September 24, 2017 Nûçe
Peyamnêrê Dengê Amerîka: Rêveberên YNKê û Qasim Silêmanî planek dijî Kerkûkê dikin!
Peyamnêrê Dengê Amerîka aşkera kir, çend rêveberên YNKê, li gel fermandarê sipaha Qudis ê sipaha pasdarên Îranê Qasim Silêmanî planekê li dijî Kerkûkê pêktînin û hewl didin referandûm li Kerkûkê bê têkşikandin.

Demek kurt berî naha peyamnêrê Dengê Amerîka yê beşa farisî Elî Ciwanmerd di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand û çavkaniya xwe sparte rêveberek nav YNKê yê nexwastiye navê wî bê aşkera kirin û dibêje: ‘’Îro 23.09.2017ê Qasim Silêmanî bi fermandariya grubek sipaha pasdarên Îranê ve li gel Mela Bextiyar, Pavil Talabanî, Îmad Ehmed, Qadir Ezîz û Aso Elmanî çûne Kerkûkê û hewla rê girtina li pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê li wê parêzgehê didin.’’

Herwaha aşkera kir, di çarçoveya hewldanên wan de, dixwastin sindoqên dengdanê li Kerkûkê kombikin, lê parêzgehê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li dijî wan derketiye û ev yek qebûl nekiriye.

Ew rojnamevan amaje bi vê yekê jî dike ku rêveberên YNKê bi fermana Qasim Silêmanî ve bi sedan kes ji hêzên dijî teror ku Lahor Cengî rêveberê wan e, rêkirine Kerkûkê û dibêje: ‘’Qasim Silêmanî naha li Kerkûkê ye û herwaha Heşdî Şeibî li başûrê Kerkûkê di amade başiyê de ye.’’

Berî naha BasNewsê aşkera kir, ku çend rêveberên YNKê li Kerkûkê hewldana pêkanîna kudetayê ne li dijî parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ku proseya referandûmê li Kerkûkê bê têkşikandin.

Basnews
Top