• Friday, 20 February 2026
logo

Dîplomatkarê amerîkî piştgîriya xwe ji bo Kurdistanê ragihand

Gulan Media September 24, 2017 Nûçe
Dîplomatkarê amerîkî piştgîriya xwe ji bo Kurdistanê ragihand
Balyozê berî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) John R. Bolton ragihand, ku ew bi hemû awayî piştgirî dide giştpirsiya Başûrê Kurdistanê.

John R. Bolton, ku yek ji dîplomatê navdar ê Amerîkayê ye û kesekî nêzîkî rêveberiya Trump e, li ser navnîşana xwe ya taybetî ya twîtterê ragihand, “Dema wê hatiye kurdên Iraqê dengê xwe li ser hêvî û mirazên xwe bidin.”

John Bolton, ku yek ji berbijêrê wezîrê derve bû, beriya niha jî ragihandibû; “Kurd nêzîkî serxwebûnê ne û defakto serxwebûna xwe radigihînin.”

Bolton gotibû, ku kurd ji bo vekirina riya Kurdistana mezin şerê li dijî DAIŞê dikin.

Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê tenê rojek ma û roj bi roj piştgiriya navdewletî ya ji bo giştpirsiyê jî zêdetir dibe.

Roja 23ê Îlonê jî balyozê yekemîn ê Amerîkayê li Kirwatyayê Peter Galbraith beşdarî bernameya “Rûdawa Îro” ya televiztona Rûdawê bû û hêvî xwest ku giştpirsî di dema xwe de were kirin.

Peter Galbraith eşkere kir, ku piştî giştpirsiyê welatên biyanî jî dê piştgiriyê bidin Kurdistana serbixwe.

Rudaw
Top