• Friday, 20 February 2026
logo

Eşîrên ereb yên Kerkûkê: Em amade ne li kêleka Pêşmerge Kerkûkê biparêzin

Gulan Media September 24, 2017 Nûçe
Eşîrên ereb yên Kerkûkê: Em amade ne li kêleka Pêşmerge Kerkûkê biparêzin
Eşîrên ereb yên Kerkûkê dibêjin, em piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û li gel Pêşmerge amade ne Kerkûkê biparêzin.

Mezinekî eşîra ereb ya “Sadat Îbadî” bi navê şêx Xelef El Îbadî ji rojnameya Şerq El Ewset re gotiye ku ew piştevaniya serxwebûna Herêma Kurdistanê dikin.

Şêx Xelef her wiha gotiye, Pêşmerge bê ferq û cudahî, bajarê Kerkûkê li hember terorîstên DAIŞê parastiye, em jî amade ne li gel Pêşmerge Kerkûkê biparêzin.

Mezinekî eşîra “Benî Temîm” bi navê şêx Riyaz Elî jî ji rojnameya Şerq El Ewset gotiye ku eşîra wan piştevaniya serxwebûna Kurdistanê dikin û dê roja referandomê jî dengê “erê” bidin.

Şêx Riyaz jî pesnê Pêşmerge daye û gotiye, Pêşmerge gelek qurbanî daye bo Kerkûkê her wiha Herêma Kurdistanê bi sedan hezar koçberên ereb hewandiye lewma ew amade ne bergirî li Kerkûk û Kurdistanê bikin li hember her êriş û metirsiyekî.

Basnews
Top