• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê berê yê ji AK Partiyê: Divê Tirkiye bi Kurdistanê re têkiliyên xwe xurtir bike

Gulan Media September 24, 2017 Nûçe
Serokê berê yê ji AK Partiyê: Divê Tirkiye bi Kurdistanê re têkiliyên xwe xurtir bike
Serokê berê yê Şaxa Amedê ya AK Partiyê Aydin Altaç, ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re nebire û berevajî wê têkiliyên xwe xurtir bike. Altaç da zanîn ku eger Tirkiye têkiliyên xwe qut bike dê li Rojhilata Navîn bi tenê bimîne.

Aydin Altaç li ser helwesta Hikûmeta Tirkiyeyê ya di derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî. Altaç xwest ku Hikûmeta Tirkiyê têkiliyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurtir bike û got: "Divê giştpirsiya li Herêma Kurdistanê ya Iraqê, di navbera Tirkiye û Rêveberiya Kurdistana Iraqê de nebe pirsgirêk. Him Hikûmeta Tirkiyê, him Hikûmeta AK Partî û him jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê pêwîst e di vê pêvajoyê de diyaloga xwe zêdetir bikin û têkiliyên xwe yên siyasî û dîplomatîk jî xurtir bikin. Pêwîst e bi hev re tevbigerin. Em naxwazin Tirkiye têkiliyên xwe bi Kurdistana Iraqê re bibire. Bi qasî ku em dibînin, Rojhilata Navîn bi temamî bûye cihê dek û dolabên aktorên cîhanê. Ew ji bo ku polîtîkaya xwe cîbicî bikin, dikarin zirar bidin Tirkiye û Kurdistana Iraqê jî. Divê em vê yekê bibînin."

Serokê berê yê Şaxa Amedê ya AK Partiyê Aydin Altaç, bi bîr xist ku ew nizanin ka di 25ê Îlonê de kîjan welat piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dikin û xwest Tirkiye û Herêma Kurdistanê pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin.

Altaç diyar kir: “Em nizanin ka di rastiya xwe de kî piştgiriya giştpirsiya Kurdistana Iraqê dike. Îsraîlê rengê xwe aşkere kir lê Amerîka, Îran, Rûsya an jî welatên Ewropayê derbarê vê yekê de li pişt perdeyê çi difikirin, em nizanin. Piştî giştpirsiyê ger têkiliyên Herêma Kurdistana Iraqê û Tirkiyeyê bên birîn, dibe ku aktorên din bi Herêma Kurdistanê re bikevin têkiliyê û pêngaveke dîplomatîk jî bavêjin. Wê çaxê dê Tirkiye li Rojhilata Navîn bi temamî bi tenê bimîne. Ev yek ji bo me, ji bo pêşeroja Tirkiyeyê, aboriya wê û siyaseta wê nebaş dibe. Ev yek dê Tirkiyeyê ji hedefên wê yên serkêşiya herêmê jî dûr bixe. Divê em pir baldar bin.”

Aydin Altaç amaje bi wê yekê kir, ku gelek welat dixwazin têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê têk biçin û got: “Vê yekê ji dil û can dixwazin. Çimku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera herdu welatan de, herduyan jî bi pêş dixe. Ji ber vê yekê welatên aktor dixwazin ev têkilî bi temamî qut bibin û nemînin. Divê em bi tu awayî rê nedin vê yekê. Berevajî wê divê em têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistana Iraqê re xurtir bikin. Pêwîst e em diyaloga xwe geştir bikin. Ger pirsgirêkek hebe, divê em ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan pêşniyarên xwe bidin wan. Ger em rîskek dibînin, divê Herêma Kurdistana Iraqê jî derbarê wan rîskan de dilê Tirkiyê rihet bike."

Rudaw
Top