Diktor roj: Hatîne bi Bexdayê re bibêjin gelê Kurdistanê dest bi Referandomê kir
Erşed Şwanî hinartîyê WAAR li Bexdayê ragihand; Wêstgeha yekê ya civina şanda Herêmê di gel Fuad Me’sûm serokkomarê Îraqê bû û biryare şanda Herêmê di gel hevpeymanîya nîştîmanîya Şî’î bicive û paşan dawî civina wan dê di gel Heyder ‘Ebadî serokwezîrên Îraqê be û dê vebigerin Hewlêrê.
Diktor Roj Nûrî Şaweys Serokê Şanda Herêmê li Bexdayê ragihand; Ew hatîne bi Bexdayê re bibêjin gelê Kurdistanê dest bi Referandomê kir û amadeyî ya xwe jî nîşan biden ku Herêm amadeye bi gotûbêjan û têkgehiştin pirsa cudabûnê di gel Bexdayê yekalîbike.
