• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî:Dema encamdana referandomê guncawe

Gulan Media September 24, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî:Dema encamdana referandomê guncawe
Rawêşkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya hevdîtina xwe li gel Balyozê Fransa li Iraqê Birobo Obêrt ragehand ku, dema referandomê demeke guncawe.

Nivîsingeha ragehandinê ya rawêşkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê belav kir ku, rawêşkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya hevdîtina xwe li gel Balyozê Fransa li Iraqê Birobo Obêrt û şanda li gel behsa rewşa siyasî û leşkerî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Fransayê kir, herwiha pira referandoma serxwebûna Kurdistanê jî.

Ji aliyê xwe ve balyozê Fransa rola herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û hewandina penaberan bi giringî nerxand û ragehand ku, hikumet û gelê Fransayê rêzê ji qurbanî û daxwazê gelê Kurdistanê re digrin û ti caran li dijî pêngavên demokrasiyê ne rawestane belko tenê tîbînî li ser dema encamdana referandomê hebin.

Herwiha Mesrûr Barzanî sipasya gel û hikumeta Fransayê li ser piştgiriya wan ji gelê Kurdistanê re kir di qonaxên dijwar û hestyar de, herwiha behsa sedemên encamdana referandomê kir û ragehand ku, gelê Kurdistanê hemû şêwaz li gel hikumeta Iraqê bi karanîne, lê bi serneketin û niha jî bi rêyeke aştiyane daxwaza mafê xwe dikin li gor peymanên navnetewî.

Rawêşkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dûpat kir ku, herêma Kurdistanê de encamdana referandomê berdewame û deriyê danûstandinê nagrin û piştî referandomê li gel Bexda danûstandinan dikin û hêvîkir ku, Fransa weke dostekî dîrokî hêza xweya dîplomasî bo piştgiriya Kurdistanê bikarbîne.

Basnews
Top