• Friday, 20 February 2026
logo

New York Times: Midûrê kampanya Trump ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebite

Gulan Media September 23, 2017 Nûçe
New York Times: Midûrê kampanya Trump ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebite
Li gorî nûçeya rojnameya New York Timesê midûrê ku kampanya hilbijartin a Serokê Amerîkayê Trump meşand Paul Manafort ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebite.

Rojnameya amerîkî New York Times di nûçeya xwe de ragihand ku midûrê kampanya hilbijartin a Serokê Amerîkayê Donald Trump dimeşand Paul Manafort kar ji bo serkeftina referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.

Li gorî raporta rojnameya New York Timesê, Paul Manafort ji sala havîna borî ve kare xwe yê piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdisyanêdaye destpêkirin. Di berdewamiya raportê de tê gotin ku hejmarej mezin berpirs, siyasetmedar, dîplomat, leşker û akademîsyen bi berdewamî daxwaza damezrandina Kurdistanê dikin.

Demek berê rêvebirekî amerîkî ji bo serxwebûn û ragihandina dewleta Kurdistanê gotibû ‘ragihandina dewletê tenê meseleyeke demê ye.’

Waar.tv
Top