New York Times: Midûrê kampanya Trump ji bo serxwebûna Kurdistanê dixebite
Rojnameya amerîkî New York Times di nûçeya xwe de ragihand ku midûrê kampanya hilbijartin a Serokê Amerîkayê Donald Trump dimeşand Paul Manafort kar ji bo serkeftina referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.
Li gorî raporta rojnameya New York Timesê, Paul Manafort ji sala havîna borî ve kare xwe yê piştgiriya referanduma serxwebûna Kurdisyanêdaye destpêkirin. Di berdewamiya raportê de tê gotin ku hejmarej mezin berpirs, siyasetmedar, dîplomat, leşker û akademîsyen bi berdewamî daxwaza damezrandina Kurdistanê dikin.
Demek berê rêvebirekî amerîkî ji bo serxwebûn û ragihandina dewleta Kurdistanê gotibû ‘ragihandina dewletê tenê meseleyeke demê ye.’
Waar.tv
