• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Mîr Tehsîn Beg û Babê Şêx û Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan kir

Gulan Media September 23, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Mîr Tehsîn Beg û Babê Şêx û Encûmena Ruhanî ya Êzdiyan kir
Roja şemî 23.09.2017 li Selaheddîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan û Babê Şêx û Encûmena Ruhanî ya Êzdîyan û şandekî berfireh ya ji kesayetiyên akademî û rewşenbîr û rihspiyên Êzdiyan kir.

Di destpêka hevdîtinê de Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan, li gotarek da ragihand ku ji bo ewe hatîne piştevaniya tevahiya Kurdên Êzdî ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê bi cenabê we rabigihînîn. Mîrê Êzdiyan tekez li wê yekê kir ku Kurdistan welatê me ye û Êzdî herdem pişta Kurdistanê bernadin û em hemû amadene ji bo dengdana serxwebûna Kurdistanê. Tekez jî kir: "Kurdên Êzdî bi xweşî û nexweşiyê, li gel Kurdistanê ne".

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Mîr û Babê Şêx û şandê, ragihandin ku Êzdiyan li berê de dû car xedir li wan hatiye kirin, carek ji ber wê yekê ku Kurdin û carek jî ji ber wê yekê ku Êzdîne. Lê belê êdî nabê ew sîtemên berê li gelê Kurdistanê bi giştî hatine kirin dûbare bibin û Êzdî û hemû pêkhatên Kurdistanê li sayeya serxwebûna Kurdistanê da digihin hemû mafên xwe.

Serok Barzanî ragihand me guvaşeke zêde li ser wan kir ku heta me karî beşek ji mafên pêkhatên neteweyî û olî li destûra Iraqê da biçespênîn. Lê belê li sayeya serxwebûnê da, em bi xwe destûra xwe dinivîsîn û tevahiya mafên hemû pêkhatan li destûra Kurdistanê da diçespînin.
Top