Mesrûr Barzanî: Hêvîdar in dewleta Kurdistanê modeleke baştir nîşanî cîhanê bide
Di hevdîtina taybet de, ku behsa li jiyana xwe ya taybet û hatina nava bazna siyastê dike, ew malpera Îngilîzî bi vî awayî behsa kesayetiya Mesrûr Barzanî dike û nivîsiye: “Ew têkelekî siyasetmedarê modern ê rojavayî ye ligel siyasetmedarekî Rojhilata Navîn, ku hez dike pirsgirêkan çareser bike, berî ku ew mezin bibin û pêwendiyeke wî ya bihêz li Washington û bazna siyasî ya Amerîka heye.”
Piştre raport behsa rola Kurd di şerê DAIŞê de dike û nivîsiye, ji piştî sê salan ji rûbirûbûna çekdarî li hember DAIŞê û parastina Iraq û Kurdistanê, niha Kurd dixwaze civaka navdewletî girîngiyê bi rola wan bide û Şêwirmenda Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê jî dibêje: “Di baweriya min de Kurd gelek kar ji cîhanê re kiriye, li hemberê cîhana navdewletî nîvê wê ji bo Kurd nekiriye, heger Kurd nebûya, DAIŞê ne tenê dê Kurdistan dagîr bikira û niha jî me ji cîhanê re çespandiye ku hêjayî wê yekê ne, wek hemû gelên din yên cîhanê danûstandin pê re were kirin.”
Elissa Slotkin ku di çend salên borî de alîkarê Cîgirê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka bû, têgihêştina serbazî ligel Wezareta Pêşmerge îmze kir û ragihand, Mesrûr Barzanî serperiştiya hewla Kurd a dabînkirina çek û pêwîstiyên serbazî ji Pêşmerge re dikir û di dema dawî de jî karî zêdetir ji 20 welatan razî bike, bo dabînkirina hevkariya serbazî ji bo hevkariya serbazî ji Kurd re.
Ji aliyekî din ve, Mesrûr Barzanî aşkere kiriye, ku dezgeha hewalgîriyê û hêzên taybet ên asayişa Kurdistanê hevkariya hevkariya hêzên taybet ên Amerîka kiriye ji bo encamdana operasyonên taybet, ku bûne sedema ku hejmareke mezin ji fermandar û serkirdeyên bilind ên DAIŞê bên kuştin û jinavbirin û dibêje: “Ji me hat xwastin ku şaneyên nivistî yên DAIŞê ne li welatên Erebî, belkû li welatên Ewropa û Amerîka jî jinav bibin.”
Derbarê bi pêşeroja Kurdistanê, piştî birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de, Mesrûr Barzanî dibêje: “Di wê baweriyê de ne, Kurdistan ji welatên din yên Rojhilata Navîn cuda be û hêvîdar in Kurdistan modeleke ciwantir û baştir ê Rojhilata Navîn nîşanî cîhanê bide.”
K24
