• Friday, 20 February 2026
logo

Hilbijartinên Hevserokatiya Komînan bidawî hat

Gulan Media September 23, 2017 Nûçe
Hilbijartinên Hevserokatiya Komînan bidawî hat
Komisyona Bilind a Hilbijartinan Herêmên Federal ên Bakurê Sûriyê ragihand ku proseya hilbijartinên hevserokatiya komînan li hersê herêmên federal ên Bakurê Sûriyê bidawî hatin.

Berdevkê fermî yê hêzên Asayişa Rojava Elî Elhesen ragihand ku proseya hilbijartinan li hersê herêman, ji aliyê ewlehiyê ve, bi awayekî serkeftî birêve çû. Herwiha got ku ti binpêkirin û serpêçî nehatin tomarkirin.

Li gorî gotina berdevkê Asayişê 12 hezar endamên Asayişê navendên hilbijartinan diparastin.

Tê zanîn ku Herêma Ferat yekem bû ku hilbijartin lê bidawî bûn. Lê li herdu herêmên Cizîr û Efrînê demdirêjî bi dema hilbijartinan hate dan, lê ew jî bidawî hatin.

Piştî bidawîhatina hilbijartinan, hevseroka Komisyona Bilind a Hilbijartinan Rûken Mela Ibrahîm bidawîhatina hilbijartinan li hersê herêman ragihand, lê hêj encamên wan hilbijartinan nehatine ragihandin.

Rudaw
Top