• Friday, 20 February 2026
logo

Îran dê gvaştinan li ser bexdayê bike bi xiwastên Herêmê razî bibe

Gulan Media September 23, 2017 Nûçe
Îran dê gvaştinan li ser bexdayê bike bi xiwastên Herêmê razî bibe
Îran ji bo nekirina Referandoma serbixweya Herêma Kurdistanê, dê givaştinan li ser desthelatdarên Bexdayê bike bi xiwastên Kurdan razî bibin.
Ajansa Firans Pirês ji zarê jêderekê bilind li bajarê Silêmaniyê belav kir: Qasm Silêmanî fermandeyê pasdarên Îranê dubare hatîye Herêmê daku civinan di gel serkirdeyên Herêmê bike.
Got jî: Îro fermandeyê pasdaran li Silêmanîyê ye û piştî hingê dê seredana Hewlêrê jî bike, wek dawîy seredana navbirî berya encamdana Referandomê.
Ajansê xuya jî kir: Qasm Silêmanî di serdanên xwe yên borî jî da soz daye givaştinan li ser desthelatdarên Bexdayê bike bi xiwastên Kurdan razî bibin ji wana jî pirsên budceya Herêmê û kêşeya mûçeyên pêşmergey û deverên kêşe li ser.

K24
Top