Spasnameyek ji Serok Barzanî ji bo cemawerê xweşdivî û niştîmanperwerê Silêmanî, Helebçe û Îdareya Raperîn
Ew civînên cemaweriyên li rojên derbasbûyî de birêveçûn û hawara pir bi dilê cemawerê Kurdistanê ya ji bo serxwebûnê, bi xwe referandûmeke û niha hemû cîhan têgihîştiye ku gelê Kurdistanê bindestî red dike û dixwaze serbixwe bê. Cemawerê xweşdiviyê Kurdistanê we bi hemû hizb û aliyên siyasiyan re got ku serxwebûn sêwaneke ji hemû reng û bîr û dîtinên siyasiyan kom dike û ala Kurdistanê bilind radigrin.
Ez piştrastim roja 25.09.2017 bi heman coşiyê mizgîniya serkeftin û serxwebûnê didin şehîdan û bi serbilindiyê ve rû li şehîdan dikin û dibêjin: Êdî bindestî bi dawî bibe, dema serxwebûnê ye.
Li vir da bi pêwîstî dizanim spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên îdarî û emnî û polîsên hatin û çûnê bikim ji bo hevkariya wan li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wê civîna cemaweriyane.
Her şad û serfiraz bin
Mesûd Barzanî
21.09.2017
