Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê kir
Birêz Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê
Birêz Mamostayên Olî
Silavên xwedê li we bin
Bi helkefta 47 saliya damezrandina yekîtiya we germtirîn pîrozbahiyê li we yên birêz û hemû zanayên ola pîroza îslam li Kurdistanê dikim.
Îsal salvegera damezrandina yekîtiya we hevdeme li gel xwe amadekirina gelê Kurdistanê ya ji bo bîchkirina biryarekî dîrokî ku birêveçûna referandûma serxwebûna Kurdistane. Wekî çawa bi dirêjahiya xebata rizgarîxwaziya Kurdistanê, rola mamostayên olî her pêşengî û serkirdane bûye û li sengerê pêş ya bergirîkirina li ax û gelê xwe bûn, îro jî gelê we heman çaverêyî li we ye ku li rêza pêş ya xebata serbixweyî bin û peyama azadîxwazî û redkirina bindestî û rêdana wan bihayên bilindên ku gelê me pê hatiye nasîn li pêkvejiyana neteweyî û olî û mezhebî bi xelkê xwe û hemû cîhanê bigihînin.
Hêvîdarim li ser wê rêbaza pîroza xwe berdewam bin ji bo xizmeta gelê Kurdistanê û ola pîroza îslam û hişyarkirina xelkê li ser bingeha xweşdiviya niştiman û lêborîniyê, her wiha wekî herdem dijî diyardeya terorê û dijî hemû wan bîr û kirdarane bin ku berevajiya ola îslamê û bihayên mirovayetiyê ne.
Xwedayê mezin pişt û penaya we bê.
Mesûd Barzanî
21.09.2017
