• Friday, 20 February 2026
logo

Encûmena Asayişa Navdewletî daxwazekê ji Hewlêr û Bexdayê dike

Gulan Media September 22, 2017 Nûçe
Encûmena Asayişa Navdewletî daxwazekê ji Hewlêr û Bexdayê dike
Encûmena Asayişa Navdewletî li hember referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, daxwaza guftûgoyê di navber hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê dike.

Di daxuyaniyekê de, Encûmena Asayişa Navdewletî nîgeraniya xwe ji têkçûna aramiyê ji sedema cudabûna Herêma Kurdistanê derbirî û pabendbûna xwe bi yekperçeyîya Iraqê nîşan da.

Li gor Encûmena Asayişê proseya referandûmê dê giriftan li pêş berdewamiya şerê li dijî DAIŞê çê bike, ku rola Kurd tê de roleke sereke ye.

Herwiha Encûmena Asayişê ditirse referandûm bibe sedema têkbirina kedên ku tê kirin ji bo vegerandina 3 milyon koçber ji bo navçeyên wan, bi awayekî jixweber û ewle.

Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz dike, çareseriya hemû pirsgirêkan di navbera hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê di çarçova destûrê de dike û bi riya guftûgoyeke bi rêkûpêk û çareseriyên tewafîqî ku civaka navdewletî piştevaniya wê bike.

Ev hewlên civaka navdewletî di demekê de ye, duh Encûmena Bilind a Referandûmê biryar da roja 25ê Îlonê referandûma serxwebûna Kurdistanê di dema xwe de tê kirin û bi bi awayekî bipaş nakeve.

K24
Top