• Friday, 20 February 2026
logo

Daxuyaniya Encûmena Bilinda Referandûmê

Gulan Media September 22, 2017 Nûçe
Daxuyaniya Encûmena Bilinda Referandûmê
Roja pênçşem 21.09.2017 li Selaheddîn, Encûmena Bilinda Referandûmê bi serpereştiya birêz Mesûd Barzanî civiya.

Li civînê de pêşhatên dawî yên siyasî û nûtirîn helwestên civaka navdewletî û Iraqê nirxandin.

Civînê de gihîştin van biryaran:

Yekem: Ji ber wê yekê ku hê jî ew bedîla ku cihê referandûmê bigrê negihîştiye û dema guncaw jî nemaye, eger mîsogeriyeke tevahî ji bo serxwebûna Kurdistanê nedin, referandûm di dema diyarkiriya xwe de birêve diçê.

Duyem: Biryar dan ku bi hemû awayek dergehê guftûgoyê li gel Bexda bi vekirî bihêlê û dema pêwîst pê bê dayîn.

Sêyem: Civînê de biryarê dan ku ji bo rûnkirina helwestên dawî, şanda danustankarê Encûmena Bilinda Referandûmê, roja şemiyê 23.09.2017 serdana Bexda bike.

Çarem: Encûmena Bilinda Referandûmê biryar da, sekreteriyeta Encûmena Bilind, her dû projeyên mafê pêkhatan û ragihandina prensîpa giştî ya dewleta serbixweya Kurdistanê, berî 25.09.2017 belav bike.

Top