Seroka Fransa li rêya telefonê peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Komarê Fransa pesnê Kurdistanê kir û rola Kurdistanê li şerê Da'îş û hewandina koçber û lêqewimiyan bilind nirxand. Her wiha piştevaniya welatê xwe jî ji bo "yekperçeyî ya Iraq" û "mafên gelê Kurdistanê li çarçêweya destûra Iraqê da" xisterû û daxwaz jî kir referandûm bê paşxistin.
Li beranber da Serok Barzanî spasiya Serok û hikûmet û gelê Fransa kir ji bo piştgîriya berdewamiya wan ya ji bo Kurdistanê, ragihand referandûm di dema diyarkiriya xwe da tê encamdan û dergeha guftûgoyê jî nehatiye girtin û piştî referandûmê, Kurdistan li gel Bexda guftûgoyê dike.
