• Friday, 20 February 2026
logo

​Serok Barzanî serdana mala Mam Celal kir

Gulan Media September 21, 2017 Nûçe
​Serok Barzanî serdana mala Mam Celal kir
Roja çarşem 20.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li dirêjahiya serdana xwe ya bajarê Silêmanî serdana mala birêz Mam Celal kir û ji aliyê xanima Hêro Îbrahîm Ehmed û Pavil Talebanî ve hate pêşwazî kirin.

Li destpêka hevdîtinê de Serok Barzanî halê tendirustiya Serok Mam Celal pirsî û hêviya şîfayê xwest û tekez kir ku tu demekî birayetî û rola mezina Mam Celal nayê ji bîr kirin.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêma Kurdistan û Iraqê û pêşhatên dawî ya biryardana encamdana referandûma serxwebûnê ji aliyê gelê Kurdistanê û karvedanên herêmî û navdewletî xistin rû. Serok Barzanî tekez kir ku referandûma serxwebûnê sedemek bû ji bo bi hêzkirina yekrêziya gelê me û coşiya xelkê Kurdistanê û beşdariya berfireha li şahiyên serxwebûnê ji bo hemû cîhanê daxuyakirin ku biryara referandûmê biryara yek hizb û dû hizb nîne belkû biryara hemû gelê Kurdistane.

Her li vê hevdîtinê de tekez kirin ku Kurdistan dergehê diyalogê negirtiye û dixwaze peywendiyên li gel Iraqê li ser bingeha diyalogê bê û bibin dû cîranên baş.
Top