Serokwezîr û balyozê Holendayê pirsa referendûmê gotûbêj kir
Di civînê de behsa hokarên biryara encamdana referendûmê ji aliyê serokatiya siyasiya Herêma Kurdistanê ve hat kirin û di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa qonaxên siyasiyên Herêma Kurdistanê digel aliyên oposizyona pêş jinavbirina rijêma Basê û digel hukimdariya niha ya li Bexdayê kir û got ku di hemû rewşan de hevbeşiya rasteqîne nehatiye bi cî kirin. Serokwezîr tekîd kir ku armanc ji referendûmê gelê Kurdistanê paşeroja xwe diyar bike û got ku divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyaloga cidî, bi navbeyniya civaka navdewletê, dest pê bike.
Nêçîrvan Barzanî behsa şerê dijî terorîstên DAÎŞê û hevahengî û hevkariya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê kir got ku wê hevkarî û hevahengiyê destkeftiyên baş û berhemdar di şerê dijî terorê de bidest xistin. Pêşmergeyê Kurdistanê digel arteşa Îraqê û civaka navdewletî ji bo jinavbirina metirsiya DAÎŞê li deverê, berdewam dibe.
