• Friday, 20 February 2026
logo

Çalakvanê ereb: Baştire Ehwaz û Filistîn rizgar bikin ne dijatiya Kurdistanê bikin!

Gulan Media September 21, 2017 Nûçe
Çalakvanê ereb: Baştire Ehwaz û Filistîn rizgar bikin ne dijatiya Kurdistanê bikin!
Çalakvaneke siyasî yê ereb ê Ehwaz li başûrê Îranê ragehand, ya baş erebên Ehwaz û Filistîn bên rizgar kirine, ne dijatiya serxwebûna Kurdistanê kirin e.

Çalakvanê siyasî yê erebên Ehwazê Rehîm Hemîd ji tora xwe ya civakî facebookê de ragehand, ew gelên bindestê dagirkerên Îranê de tên çewsandin û dijatiya mafê serxwebûna herêma Kurdistana Iraqê dikin, ne hêjayî azadî ne, ti demê jî mafê jiyana wan a bi azadî û bi kerametê ve tineye.’’

Rehîm Hemîd bi pêwîst dizane gel û hikûmetên ereb di cîha dijatî kirina referandûma herêma Kurdistanê biçin Ehwaz û Filistînê rizgar bikin.

Ehwaz navçeyek başûrê Îranê ye, piraniya erebên Îranê li wê navçeyê dijîn, ku daxwaza cudabûnê li wî welatî dikin.

Basnews
Top