Hongrei piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê dike
Endamê serpirştiya lîcneya referandomê û çalakvanê Rewandozê Îsa Meme de Reş di hevdîtinekê de li gel konsilê Hongryayê li ser rûpela xwe ya facebookê belav kir bû ku, konsilê Hongrie jêre gotiye, ew ne ji niha ve lê ji sala 2015 piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin û gotiye ku, serxwebûn mafê rewaye yê gelê Kurdistanê ye, lê pêwîste yekrêzî hebe daku, ew prose bi serbikeve.
Herwiha Îsa Memede Reş Rewandozî da zanîn ku, konsilê Hongrei amaje bi wê yekê jî kiriye ku, niha li navçeyê gelek lozî û pirsgirêk hene û Rûsyayê girêbesteke aborî ya mezin li gel hikumeta herêma Kurdistanê imze kiriye ew yeke jî peyameke giringe bo Kurdistanê.
Basnews
