Nayîf Reşo: Ji bo ku Şingal û Laliş ji hev veneqetin divê êzîdî piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
Mezinekî êzîdiyan bi navê Nayîf Reşo ji malpera fermî ya PDKê re behsa referandom û serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, tenê rêyek li pêşiya kurdên êzîdî heye da ku êdî rastî êriş û komkujiyan neyên ew jî ew e tevahiya cih û warê wan vegere ser Herêma Kurdistanê.
Nayîf Reşo her wiha gotiye, çareya wê yekê jî ew e kurdên êzîdî roja referandomê dengê “erê” bidin serxwebûna Kurdistanê. Ji bona ku Êzîdxan parçe nebe û Şingal û Laliş ji hev veneqetin, divê em serxwebûna Kurdistanê hilbijêrin.
Basnews
