Ebadî: Em dixwazin referandum bi timî betal bibe
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh li Bexdayê di civîna bi rojnamevan û çend pisporên siyasetê re pêk anî de behsa giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê jî kir.
Heyder Ebadî got, em giştpirsiyê li hundir û derveyî Herêma Kurdistanê red dikin û her wiha despêşxeriya serokomarê Îraqê jî red dikin eger behsa encamdana giştpirsiyê têde hebe.
Ebadî anî ziman giştpirsî li dijî destûra Iraqê ye û got bi referandûmê dixwazin welat lawaz bikin û nabe ji yek aliyê ve sînor bêne guhertin û ev yek jî dê bibe sedema xwînrijandinê.
Serokwezîrê Îraqê her wiha got, Kurd di piraniya saziyên welat de beşdar in, ew guhertinên yekalî red dikin ji ber ku dê bibe sedem derketine alozîyan.
Di derbarê Kerkûkê de jî Ebadî ragihand ku divê berevaniyê li wellatiyên Kerkûkê bikin û kesên ku agir ji gotarên wan dibare, biser nakevin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Ebadî li ser alternatîvên bo referandûmê jî got ti alternatîveke li qada navnetewî nîne ew nedixwazin giştpirsê bê paşxitin ew dixwazin giştpirsî bi temamî bê betal kirin û ev pêşniyara Iraqê ye.
Serokwezîrê Îraqê di heman demê de destnîşan kir ku eger heye li demjimêrên pêş hin geşedanên baş ji bo giştpirsiyê pêk werin û lê ti zanyarî derbarê wê yekê de neda.
Rudaw
