Civata parêzgeha Kerkûkê biryara Bexdayê red kir
Civata parêzgeha kerkûkê biryara Parlamentoya Iraqê ya ji kardûrxistina parêzgar Necmedîn Kerim bi piraniya dengan red kir.
Parlamentoya Iraqê hefteya borî li ser pêşniyara Serokwezîr Heyder Ebadî bi sedema ku Necmedîn Kerîm piştgiriya referanduma serxwebûnê dike ji Meclisa Kerkûkê daxwaz kiribû ku wî ji wezîfê dûr bixin.
Piştî biryara Parlamentoya Iraqê Walî Necmedîn Kerîm jî di axaftina xwe de gotibû: “Biryara parlamentoyê me eleqedar nake, ji bo ku ne Bexdayê xelkê bajarê Kerkûkê min hilbijartiye.
Waar.tv
