Necmedîn Kerîm: Bi serxwebûna Kurdistanê pirsgirêk çareser dibin
Necmedîn Kerîm bi her sê zimanan Kurdî, Erebî û Tirkmenî welatî dilniya kirin, ku referandûma serxwebûnê di dema xwe ya diyarkirî de tê kirin û heger gerentiyeke pêwîst ji bo Kurd hat dan, wê demê biryara pêwîst didin.
Got jî, “Di van rojan de rojnamevanekî biyanî hate cem min û behsa mana Kurd di Iraqê de kir, min jî jê re got, heger ji te bê xwastin ku tu li welatekî vê navçê bijî, tu yê li kû derê bijî? Wî bersiv da û got, bê gûman li Kurdistanê. Min jî gotê, em jî dixwazin serbixwe bibin û êdî naxwazin ligel Iraqê bijîn.”
K24
