Tirkiye û Fransa bo referandumê projeyeke hevbeş amade dikin
Ji bo encamdana referanduma serxwebûnê hefteyek ma û ji aliyê gelek welatan ve li ser referandumê daxuyanî tên.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan aşkere kiribû ku di 22ê Îlonê de di civîna Encumena Ewlehiya Netewî (MGK) û Encumena Wezîran de biryara xwe dawîn dê aşkere bikin. Tevî ku ev mijar hêj di rojevê de ye, hat îdiakirin ku Tirkiye amadekariya projeyekê dike.
Di nûçeya rojnameya Haberturkê de hatiye îdiakirin, ku beriya pêkanîna referanduma 25ê Îlonê, Tirkiye û Fransa dê projeyeke hevbeş pêk bînin û welatên din jî dikarin beşdarî vê projeyê bibin. Pêngava yekem a vê projeyê dê ew be ku Herêma Kurdistanê ji biryara referandumê vegerînin. Tirkiye û Fransa ji bo ku Herêma Kurdistanê dest ji referandumê bikşîne, dê peyameke hevbeş belav bikin.
“Tirkiye û Fransa dê navbeynkariyê bikin”
Li gor îdiayê, eger Herêma Kurdistanê ji vê biryara xwe vegere, dê pêngava duyem were avêtin ku Tirkiye û Fransa ji bo ku mafên Kurdan ên destûrî werin dabînkirin, dê navbeynkariyê bikin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê, dê nexşerêyek were pêkanîn.
Di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser Kerkûk û deverên nakokî, dahatên petrol û rêyên hinardekirina petrolê, para Herêma Kurdistanê ya budceyê û li ser hin mijarên din nakokî heye.
Herwiha li gor îdiayê pêngava sêyem jî dê ew be ku eger dev ji referandumê neyê berdan, pakêteke hevpar a dorpêçê dê pêk bînin. Eger referandum pêk were, Tirkiye û Fransa dê li ser mijara dorpêçan bi hev re tevbigerin.
Hevdîtin dê sibe pêk were
Erdogan û Macron sibe li Encumena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê werin ba hev û hevdîtinek pêk bînin. Eger di hevdîtinê de li hev bikin, projeya hevbeş dê dest pê bike. Herwiha wisa tê payîn ku Erdogan li ser vê projeyê daxuyanî bide.
Çavuşoglu: Dibe ku em li gel Fransayê projeyeke hevbeş pêk bînin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Yves Le Drian li Enqerê hevdîtin pêk anîbû û piştî hevdîtinê, Çavuşoglu di konferansa rojnamevaniyê de li ser referanduma Herêma Kurdistanê gotibû: “Dibe ku em li gel Fransayê pêngavên hevbeş biavêjin. Ji bo ku mafên destûrî yên Hewlêrê were bicihkirin, weke Tirkiye, em dikarin navbeynkariyê jî bikin. Em dikarin li gel welatên ku ewê hilbijêrin, li ser dabînkirina van mafan çavdêriyê bikin, Fransa welatekî li pêş e. Eger maf hebe divê were dayîn. Ev maf serxwebûn û cudabûn nîne.”
Rudaw
