Rosneft bo Rûdawê: Emê piştî referandumê jî li Kurdistanê berdewam bin
Mikhail Leontiyev di daxuyaniyekê taybet a li gel Rûdawê de, naveroka rêkevtina Şîrketa Rosneft û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo weberhênana di sektora gaza Kurdistanê de û çêkirina boriyekê bo hinardekirina gaza Kurdistanê aşkere kir.
Berdevkê Rosneftê Mikhail Leontiyev da xuyakirin: “Em amadekariyan dikin, da ku di dawiya îsal de rêkevtinê bi şêweyeke fermî îmza bikin, niha bi fermî ez ji we re radigihînim, ku em dê jêrxana enejiyê ya Kurdistana Iraqê di sektora gazê de ava dikin. Pêngava yekem em dê bi rakişandina boriya gazê dest pê bikin, ku ev pêngav ne tenê dê bibe sedema dabînkirina gaza pêwîst bo navxweyê Kurdistanê, belku em dê hinardeyê derve jî bikin bi rêya Tirkiyê, destpêkê bo Tirkiyê û di paşerojê de jî bo bazarên Tirkiyê.”
Mikhail Leontiyev aşkere kir: “Qebareya wê gaza ku em dê hinarde bikin, me bi 30 Milyar metr sê goşe texmîn kiriye. Ez di vê baweriyê de me, ku Kurdistanê şiyana hinardekirina vê rêjeyê heye. Em dê pereyê rakişandina wê boriya veguhastina gazê dabîn bikin û her em bi xwe dê li ser kar bikin.”
Rudaw
