Wezîr Hemlan ji ber referandumê ji Goranê îstîfa kir
Rêbaz Hemlan ku ji ber nakokiyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê ve, berî 2 salan ji kabîneya hikûmetê hatiye dûrxistin, îro di nameyekê de bi fermî ragihand, ku wî dest ji Tevgera Goranê berdaye.
Hemlan di nameya xwe ya îstîfayê de sedema vê biryara xwe vegerandiye bo wê çendê ku Goran piştgiriyê nade referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê.
Rêbaz Hemlan di beşeke nameya xwe de dibêje: “Ez amade nînim ku ji wê zêdetir bêdeng bim û kar bikim di nava Tevgera Goranê de, tevî wan hemû qurbaniyên ku hatiye sere milletê me, biryar neda ku piştevaniya referandumê bike, di demekê de ku girseya cemawerê xelkê Kurdistanê û revenda Kurdî li derve, hemû pêkve daxwaza yekrêzî û des jê berdana nakokiyên partiyan dikin û daxwaz dikin, ku em hemû pêkve daxwaza amfên xwe bikin.”
Herwiha wî rayedarê Tevgera Goranê di nameya xwe de daye xuyakirin: “Di karê min ê wezaretê de, ji yekem karê min ve heta dawî roja karkirina min, min her karek ku kiribe, siyasî, îdarî yan aborî, hemû bi pirsyar û şêwira li gel Serokê Giştî û Serokê Tîma Goranê di nava hikûmetê de û Jûra Hikûmet û Parlamentoyê bûye. Gelek hûrgilî hene ku min bi wan birêzan ve gengeşe kiriye û wê demê min encam dane, lê belê gelek kes daxwazên neyasayî û karê taybet dikirin, ku min nedikir, ji ber wê jî gotin û buxtan li ser min digotin, ku mixabin beşeke zêde ya wan jî kadro û berprisên Tevgera Goranê bûn.”
Rêbaz Hemlan dibêje: “Ji vê demê ve (18-09-2017) vet i pêwendiyeke min li gel Tevgera Goran namîne.”
Bi sedema nakokiyên navbera PDKê û Goranê, Rêbaz Hemlan tevî 3 wezîrên din ên Goranê ji roja 12-10-2015ê ve ji kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatin dûrxistin.
Rudaw
