• Friday, 20 February 2026
logo

Wezîrê Berevaniya Brîtanya û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiyan

Gulan Media September 18, 2017 Nûçe
Wezîrê Berevaniya Brîtanya û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiyan
Wezîrê Berevaniya Brîtanya Michale Falon berî demekê gihîşt Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û bi Serokwezîrê Heêrma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Michael Falon bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê gihîşt Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasîma pêşwazîkirinê, Nêçîrvan Barzanî û Michael Fallon li ofîsa Serokwezîriya Herêma Kurdistanê bi hev re civiyan.

Biryar e, ku Michael Fallon li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bicive.

Tê çaverêkirin, ku referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê mijara sereke ya civîna navbera Wezîrê Berevaniya Brîtanya û Serokê Herêma Kurdistanê be.

Serdana Falon bo Kurdistanê di demekê de ye, ku dema encamdana referanduma Başûrê Kurdistanê pir nêzîk bûye û tenê 7 roj bo encama wê mane.

Biryar e, di 25ê vê mehê (Îlon) de referanduma bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê were encamdan.

Top