NEW YORK - Civîna Kurdistanê û Tirkiyê li ser referandumê bi dawî hat
Peyamnêrê Rûdawê li New Yorkê ragihand: “Civîna navbera Felah Mistefa û Mevlut Çavuşoglu taybet derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê de ye.”
Civîna Felah Mistefa û Mevlut Çavuşoglu bi amadebûna Jan Kubis berî demekê bi dawî hat.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê civînê de li ser hesaba xwe ya twitterê ragihand, ku wan weke Tirkiyê careke din peyama xwe ya li ser referandumê gihandiye berpirsên Herêma Kurdistanê.
Ji ber nêzîkbûna birêveçûna referanduma Başûrê Kutrdistanê ku biryar e di 25ê Îlonê de were encamdan, trafîka dîplomtîk a navbera Hewlêr-Enqereyê zêdetir bûye.
Mevlut Çavuşoglu pêştir jî di 23ê meha Tebaxê de ji bo gotûbêjkirina mijara referanduma Başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê û Hewlêrê kiribû.
Çavuşoglu li Kurdistanê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiyabû û daxwaza paşxistina referandumê û destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiribû û amadebûna Tirkiyê ji bo alîkariya her du aliyan bo çareserkriina nakokiyên wan jî nîşan dabû.
Barzanî jî di wê civînê de ji Çavoşoglu re amaje bi sedema biryardana referandumê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve kiribû û tekez kiribû, ji ber nemana hevbeşiya rasteqîn û binpêkirina destûrê û mafê gelê Kurdistanê, gelê Kurdistanê bi neçarî rêya referandumê hilbijartiye û dabû xuyakirin, ku Herêma Kurdistanê dê mafê xwe yê xwezayî û demorkatîk bo diyarkirina çarenivîsa xwe bi kar bîne.
Civîna îro ya navbera Felah Mistefa û Mevlut Çavuşoglu piştî wê yekê tê, ku di wan rojên dawî de daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê li ser referanduma Başûrê Kurdistanê zêdetir bûbûn û tekezî li ser dijatiya xwe bo encamdana referandumê dikirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Mevlut Çavuşoglu ji bo beşdarîkirin di 72. Civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî serdana New Yorkê kirine.
Rudaw
