Barzanî ji bo referandumê daxwaza piştgiriyê li Amerîkayê kir
Di berdewamiya kempînên ji bo piştgiriya li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de, her weke her cihekê din ê cîhanê îro li Waşington a paytexta Amerîkayê jî mîtîngeke piştgiriyê hat sazkirin.
Mîtînga piştgiriya li referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya Li Waşingtonê li nêzîkî Koşka Spî û baregeha Kongreya Amerîkayê hat sazkirin û têde ji bilî revenda Kurdî ya li Amerîkayê, dostên gelê Kurd û Kurdistanê jî beşdar bûn.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî bo mîtînga îro ya kurdan a li Waşingtonê peyamek şand.
Peyama Mesûd Barzanî ji aliyê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingtonê, Beyan Samî Ebdurehman ve hat xwandin.
Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihandiye: “Biryara encamdana referanduma serxwebûnê mafekî xwezayî û yasayî yê gelê me ye.”
Barzanî herwiha dibêje: “Amerîka dostê me û hevpeymanê me ye di şerê li dijî terorê de”, û tekez dike: “Ev dostatî divê rengvedanê bide di prensîp û nirxan de.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Gelê me weke gelê Amerîka û her gelekê din di cîhanê de hawar dike bo azadî û demokrasî û serxwebûnê.”
Mesûd Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Encamdana referanduma serxwebûnê li dijî ti yasayeke îlahî û zemînî (mirov-daner) nîne.”
Rudaw
