• Friday, 20 February 2026
logo

Demîrtaş: Serxwebûn wek şîrê dayikê ji Kurdan re helal e

Gulan Media September 18, 2017 Nûçe
Demîrtaş: Serxwebûn wek şîrê dayikê ji Kurdan re helal e
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahedîn Demîrtaş ragihand: Serxwebûn mafekî rewa yê gelê kurd e û wekî şîrê dayikê helal e, kesên ku li dijî serxwebûnê derkevin faşist û nijadperest in.

Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ku nêzîkê salekê ye zindanî ye, derbarê serxwebûna Kurdistanê gotarek belav kir û da zanîn ku Kurdistan bi peymanên Qesrî Şîrîn û Sykes Picot hatiye perçekirin û dagîrkirin.

Herwiha Kurd rastî jenosîdên mezin hatine û piştî têkoşînên mezin, defeteke dîrokî ketiye destê Kurdan û divê baş were bikaranîn, lewra Kurd ber bi referandumê ve diçin û wekî hemî gelên dunyayê mafê çarenivîsê ji Kurdan re jî heye û li ser axa xwe dê biryara pêşeroja xwe bide, kesên ku rêzê li mafê çarenivîsa Kurdan nagirin faşîst û nijadperest in.”

Top