• Friday, 20 February 2026
logo

Erdogan û Ebadî li New Yorkê behsa referandoma Kurdistanê dikin

Gulan Media September 17, 2017 Nûçe
Erdogan û Ebadî li New Yorkê behsa referandoma Kurdistanê dikin
Serokê Turkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand: "Di vê hefteyê de ezê li New Yorkê li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicivim û behsa referandoma serxwebûna Kurdistan bikim."

Erdogan berî ku ji welatê xwe ber bi New Yorkê ve biçe, daku beşdariyê di civîna komela giştî ya Netewên Yekgirtî de bike, ji rojnamevanan re got: "Enqera û Bexda di wê baweriyê de ne, ku referandom wê bibe sedema nemana yekîtiya Iraqê."

Bizav û tevger û civînên welatên navçeyê û yên cîhanê di demekê de ne ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hemû festîvalên cemawerî de yên piştevaniya referandoma serxwebûna Kurdistanê, tekez dike ku referandom wê di dema xwe ya diyarkirî de roja 25 vê mehê bê encamdan.

K24
Top