• Friday, 20 February 2026
logo

Parlamentera HDPê: Nabe giştpirsî bibe mijarekê Lijneya Ewlehiya Tirkiyê

Gulan Media September 17, 2017 Nûçe
Parlamentera HDPê: Nabe giştpirsî bibe mijarekê Lijneya Ewlehiya Tirkiyê
Hikumeta Tirkiyê beriya niha diyar kiribû ku ew li dijî giştpirsiyê ne û ji Herêma Kurdistanê daxwaz kiribûn ku giştpirsî bê betal kirin. Serokomarê Tirkiyê jî diyar kir ku dê di 22yê îlonê de Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê kom bibe û dê gavên ku li dijî giştpirsiyê bên avêtin werin diyarkirin. Aliyên kurd jî dibejîn giştpirsiya Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiye ne gefek e.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê dê di 22ê îlonê de kom bibe û dê li dijî giştpirsiya Başûrê Kurdistanê biryar bên girtin. Partiya Demokratîk a gelan (HDP), rexneyan li Erdogan digire û dibêje giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ne mijareke Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê ye.

Parlamentera HDPê Besîme Konca ji Rûdawê re wiha got: “Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê nabe mijareke Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê. Ev ne biryareke ku divê Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê li ser niqaşan bike ye. Lewra ev biryar Tirkiyê eleqedar nake. Ew dikarin li dij derkevin, dikarin rexne bikin. Lê nirxandina wê ya li Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê tê wê wateyê ku ew dibêjin em dê li dijî kurdan operasyonan bikin, em dê şerê wan bikin.”

Hinek alî dixwazin ku Tirkiye li dijî Herêma Kurdistanê operasyoneke leşkerî pêk bîne. Lê li gori Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bakur Sertaç Bucak ev ihtîmal zêde ne pêkan e.

Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî got: “Heta sala 2008an siyaseta Tirkiyê hemberî Herêma Kurdistanê wisa bû ku digotin xeta me ya sor heye. Lê piştî 2008an ew siyaseta ku li ser bingeha ewlekariyê dihat damezrandin hate guhertin. Ez dibêjim deweleteke aqilane dîsa nagere ser siyaseta kevnar.”

Siyasetmedarekî Herêma Kurdistanê Azad Cundiyanî jî dibêje di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de peywendiyên baş di berjewendiya herdu aliyan de ye.

Siyasetmedar Azad Cundîyanî jî wiha axivî: “Tirkiye dewletekî muhim e û dewleteke dostê me ye û dewleteke cîranê me ye. Întizarê me li tirkiye, dewletê tirkiye ew e ku dostaniya me berdewam be û tê bigehin wî tiştî û serxwebûnê Kurdistana Başûr li qazancê Tirkiyê ye.”

Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê dikare li ser ewlehiya Tirkiyê biryaran peşniyarî hikumetê bike û heta niha bi giştî jî hikumet van biryaran pesend dike.

Rudaw
Top