Li Mexmûrê xwekujan êrîşî leşkerên Amerîkayê kirin
Îro Yekşem 17-9-2017, beriya nîvro, li gundê Pungîne 3 xwekujên DAIŞê êrişê baregaha leşkerên Amerîkayê kirin.
Berpirsê Eniya Guwêr û Mexmûrê Sîrwan Barzanî derbarê êrîşê de ji Rûdawê re ragihand: “3 xwekujan xwestin êrîşê Baregaha Leşkerên Amerîkayê bikin. Xwekujek xwe teqand û 2 xwekuj jî ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin.”
Sîrwan Barzanî da zanîn, ku armanca êrîşê serkeftî nebûye û ti ziyaneke canî negihiştiye serbazên amerîkî.
Baregaha leşkerî ya li gundê Pungîne, ji bo operasyona Hewîceyê, bi armanca piştgiriya hêzên Iraqê hatiye avakirin.
Rudwa
