Ala Kurdistanê li ser çend kompaniyên petrol Kerkûkê hat bilindkirin
Jêderekî ji kompaniya Petrola Bakur li Kerkûkê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Berî niha bi bihaneya ku cihê herdu kompaniyan ser bi Bexdayê ve ye, ala Kurdistan ne dihat bilindkirin, lê duh bi biryara parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, ala Kurdistan li ser avahiyên herdu kompaniyan hat bilindkirin."
Roja 28/3/2017 encûmena parêzgeha Kerkûkê, bi tevahiya dengan biryar da ala Kurdistanê li ser dezgeh û saziyên hikûmî li seranserî parêzgeha Kerkûkê were bilindkirin, vê yekê jî karvedan li cem beşekî ji turkman û erebên Kerkûkê û hin berpirsên Bexdayê çê kir.
K24
